Rêjîma Esed operasiyoneke berfireh li dijî şoreşger û sivîlên herêma Qelemona rojhilat li gundewarê Şamê bi piştgiriya artêşa Rûsî pêkaniye, ko ew mîna sînaryoya ko li çend herêmên din li Sûriyê çêbûne, ko dawî ew neçarî koçberbûnê kirin û guherîna dîmugrafî çêbû.
Nûnerên çalakvaniyên Qelemona Rojhilat diyar kirin ko rêjîm û Rûsya tiştê di nameyên xwe de yên berî mehekê hatibû cîbicî dikin, yên ko gefa wêrankirin û sotandinê li herêmê dixwin, eger mercên vegera desthilata rêjîmê li herêmê erê nekin.
Casir Ebare nûnerê hêzên şehîd Ehmed Elebdo yê desteya bilind ya danûstandinan got ku şoreşger û xelk ji hêla Rûsya ve ketine bin fişareke mezin, bêtir got ku ew di heman dema operasiyona leşkerî ya li ser Qelemona rojhilat de ye, û bi taybetî ya li ser bajarê Ceyrûd.
Ebare bal kêşand ser ko hêzên Esed “rêbuhêrka bi tenê ya bajarê Ceyrûd” girt, vê pêngavê dibîne ko “fişarê bêtir bide ser sivîlan tako lihevhatina ko Rûsya dixwaze li ser xelkê feriz bike bipejirînin”.
Ebare tekez kir ko herêm bûye bi tena xwe, û bi tekûzî ji hêla hêzên Rêjîmê û milîtanên Îranî ve dorpêçkirî ye. Diyar kir ko ew hêz nahêlin sivîl ji herêmê derkevin an derbas bibin, her weha nahêlin heyberên xwarinê û pêdiviyên jiyanê yên bingehîn derbas bibin.
Doh nûnerên herêma Qelemûna Rojhilat nameyek ji netewên Yekbûyî û dewletên hevalê gelê Sûriyê re şandin, têde rewşa mirovî ya xerab û tawankariyên cengê yên ko rêjîm û milîtanên wê pê radibin şirove kirin.
Û tekez kirin ko ew bi biryarên agirbestê û biryarên ko ji Encûmena Ewlekariyê derçûne pê pabendin û bi taybetî biryara 2254 ya sûr e li ser çareserkirina siyasî û bêalîkirina sivîlan, her weha tekez kirin ko bi çi biryarên ji netewên yejbûyî derkevin ewê pê pabend bin. Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî