Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê û ligor biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2165 ya tekest dike li ser derbaskirina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî bê wergirtina erêkirina desthilata Esed, daxwaza encamdana rêşûnên bilez yên hawarçûna xwarin û saxlemiyê yên pêwîst dike ji bona rizgarkirina giyanê sivîl û birîndarên bajarê Dûmayê.
Ev bobilata mirovî ya ji encama êrîşên rêjîma Esed û Îrana dagirker di van rojên bûrî de li ser bajarê Dûmayê bû, ya ku bûye bajarekî wêrankirî û têde bi sedan birîndar dijîn ku pêwîstiya nêzîkî 300 kesî ji wan bi karên niştergeriyê heye û neştegirî ji wan re nayên kirin ji ber dorpêça li ser bajêr, lewra pêwîstiya Dûma bi hilmeteka bilez heye bo derbaskirina alîkarî û alavên pêwîst bo rizgarkirin û raguhestina wan bo cihên tenah ku alavên tenduristî lê hebin ji bona encamdana karên niştergerî.
Herwiha pêwîst e pêdawîstiyên biryara Encûmena Ewlekariyê 2139 bêne bichkirin ya tekeziyê dikin li ser qedexekirina bikaranîna bermîlên teqîner û çekên bitewşî di navçeyên akincîdar de, û dest bikarê rakirina dorpêçê di zûtirîn dem de ji ser sercem navçeyên dorpêçkirî ji bal mîlîşeyên Îranê û çeteyên Bişar, û derbaskirina alîkariyên xurdemenî bo hemwelatiyan.
Heta niha hêjî tawankarî yekem û tenha bijardeya rêjîma Esed û mîlîşeyên terorîst in bo bersivdana li ser destkeftên leşkerî yên Şoreşê, û herwiha ji bona rêgirtinê li pêş bizava dîblomatkarî ya piştgir ji bona parastina sivîlên Sûriyê bi rêka durustkirina navçeyên tenah, herçende ku rêjîm û bi hevalbendên xwe ve hewla tevlîhevkirina kaxezan dike bi rêka pêkanîna kuştarên berdewam derheqê sivîlan.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
19 Tebax 2015