Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekeziyê li ser retkirina xwe dike ji hewlên şêwandina çandî û îdyolocî yaku PKK û PYD û destekên xweyî cûrbecûr û cuda li deverên ku ji sûriyê dagîr dike.
Gelek ji xelkên deverê ret dikin ku zarokên xwe bişînin dibistanan ji ber metirsiyên belavbûna nezanî û şêwandina ku milîşayên PYD pê radibin, û retkirina welatiyan ji wan hewildanan re, xema wan a rasteqîn anî ziman, ji ber tiştê ku ev rêbaz di nav civakê de belav dikin, xelkê deverê ji hev dixe, kînê diçîne, karê perçekirina cografiya Sûriyê dike, çi di riya bandora sepandina rênimayên girêdayî bi ramanên partiya PKK ya terrorist li ser xwendekaran, an di riya şêwandina dîrokê re, an jî di riya xêzkirina cografiyeke nû ji deverê re, ta destdirêjiya dijî mafê mirovan yê bidestxistina perwerde û hîndariyeke ku bi çand û şaristaniya mirov re guncayî be.
Pirosesa wêrankirina perwerdeyê yaku ev milîşya bikar tînin, kopîyekî ji yê rêjîma Esed ya sitemkar ji 5o salî de bikar tîne şêwandîtir e, û ew di gewherê xwe de berdewamiyek ji şêwandina îdyolocî re ye, yaku Daişê bikar aniye , û ev rêbazên nû tundûtûjî û terorê di derûna zarokan de diçînin, û rêklamê ji kesayetên terorîst wek serokê rêxistina PKK Ebdellh Ocelan yê jêre dibêjin “Mamosteyê Yekem” re çêdike.
Ev milîşya û rêxistinên ku li paş wan in, pirojeya koçberkirin û guhartina demografî bi hemû awayên xwe didomînin, bi ser de helmetên girtinê û leşkeriya neçarî û peyketina xelkê zêde dike, û ji nû de civakê tevî di riya rêbazên perwerdeyê re armanc dike, û di riya têgahin çewt re yên nifşê nû dişêwîne bi rengekî dijî çand û şaristaniya deverê ya ji hezarên salan de heye.
Xebata gelê Sûriyê ji bo azadiyê temam nabe, bêyî ku tevaya Sûriyê ji cûbecûr dagîrkerî û terror û sitemkariyê rizgar dibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
16 tîrmeh 2020