Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi helkefta cejna Elfisih ya pîroz, herwiha li ser bidawîhatina rojên rojiya mezin, Ez bi navê xwe û bi navê Hevbendiya Niştimanî, Ciwantirîn pîrozbahiyan pêşkêşî hemû xiristiyanên Sûriyê û yên Cîhanê dikim. Ku ew pêncemîn Cejina Qiyametê ye ya hevdem bi şoreşa Sûriyan re ya ji bo rizgariya wan ji stem û zordestiyê.
Di dema ku Hevbendî bi rêzgirtin li hember qurbaniyên xelkên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên rengereng pêşkêş dikin diraweste, di heman demê hevgirtina wan li hember zehmetî û rûbirûbûnan di bîr tîne, hevdem jî destxweşiyê dide sebra dayîkan û berxwedana girtiyan, bihêviya ku ev cejin bibe dumahiyek rasteqîne ji êş û azarên Sûriyan yên berdewam re û herwiha hêviya saxiyê bo birîndaran û bi omêda vegera nêzîk ya paneberan.
Em ji xudê dixwazin ku rê li pêşiya keç û kurên Sûriyê vekirî bin û ev cejn bibe destpêka nû ya xelasbûn û serkeftinê, da hemû cejin û rojên Sûriyan bibin civanên jiyanê û hezkirin û rûmet û azadiyê.
Bilindahî ji xudê û bawermendan re
aştî li dinyayê vegire
Hersal hûn bi xêr bin
Xalid Xoca
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
12 Nîsan 2015