Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî hemû dayikan bi helkefta roja dayîkê dike, û bi taybetî dayikên Sûrî, li ser rola wan a sereke di şoreşa Sûrî û avakirina malbat û civakê û parastina tevna civakî ya Sûriyê de, bi liberxwedana hember zehmetiyên mezin û şert û mercên mirovî yên dijwar ên ku ew têde li Sûriyê dijîn, ji ber koçberkirina bi darê zorê û tirajîdyayên ji ber tawankariya rijêma Esed tên serê wan.
Ev 12 sal in dayîka Sûrî cejneke cuda dibûrîne, ji ber tawankariya rijêma Esed ya ku jinên Sûrî ji mêr û zarokên wan bi kuştin û girtinê bêpar kirine, û ji sala 2011an heta niha nêzîkî 24 hezar jinên Sûrî hatine kuştin, her weha neçarkirina wan li ser jiyana trajedyaeke mirovî, ji ber koçberiya ku vê rijêma hov li ser malbatên wan sepandiye.
Hevbendiya Niştimanî rêz û hurmetê ji dayîkan re di cejna wan de tîne ziman, û piştgiriya wan ji bo serketin û destkeftên zêdetir dike, û ji xwedayê mezin dixwaze ku wan ji hemû ziyanan biparêze, û tenduristî û saxlemiyê bide wan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
21 adar 2023