Daxuyaniyek Rojnamegerȋ
Tev sozdana Esed ku çekȇn kȋmawȋ ȗ xazȇn jehrdar bikar neyne, ȗ tev derçȗna biryayra nemre 2209 ji hȇla Encumena Ewlehiyȇ ve ku kesê xaza kilorê bi kar bîne gunehkar e, Esed, șeva bȗrȋ, bi firokeyȇn xwe ȇrȋș bi çar bermȋlȇn teqȋner; dido ji wan bi Xaza Kilorȇ barkirî ne bi ser bajarȇ Sermȋn de bir, di encamȇ de șeș sivȋl ji yek malbatȇ șehȋd ketin, sisȇ ji wan zarok in, ȗ derdora 70ȇ kesȋ birȋndar bȗn ȗ kesên bînçikandî jȋ hebȗn hindek ji wan endamȇn tȋma parastinȇ bȗn.
Em di Hevbendiya Niștimanȋ de vȇ tawana ku Esed pêk aniye bi tundȋ șermezar dikin, ȗ em ji Encumena Ewlehiyȇ dixwazin șandek șopandina rastiyan bilez bișȋne cihȇ bȗyerȇ ku lȇpirsȋnekȇ derbarȇ bikaranȋna rejȋmȇ ji Xaza Kilorȇ re veke. Herweha em li ser sezakirina tawankaran tekez dikin, ku li gor bendȇn di biryara Encumena Ewlehiyȇ de nemre 2118 bêsizakirin nemînin.
Em pirsyariyȇn Encumena Ewlehiya Navdewletȋ derbarê cȋbicȋkirina xalȇn biryara wan ya dawî nemre 2209 tekez dikin, ku tȇ de Xaza Kilor mȋna bȗjenek jehrdar binav dike ȗ dibȋne ew çekek kimawȋ ye, ȗ bikaranȋna wȋ di warȇ leșkerȋ de binpȇkirinek mezin ji yasaya navdewletȋ ȗ biryara nemre 2118 re ye. Herweha biryara nemre 2209 di bendȇn șeș ȗ heftan de tekez dike ku kesayetȇn di ber bikaranȋna çekȇn kimaw berpirs in divȇ werin sezakirin, ȗ eger bi biryara 2118 re nehatin, divȇ Encumena Ewlehiyȇ tedvȋran li gor beșȇ heftan ji belgeya Netewȇn Yekbȗyȋ li ser wan ferz bike.
Hișam Merwa
Cȋgirȇ Serokȇ Hevbendiya Niștimanȋ Bo hȇzȇn Șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ
17ȇ Avdarȇ 2015