Careke din rêjîma Esed gaza kilorê di topbarandina bajar û taxên nişteciyan de bikar anî, ku duhî bajarê Sirmîn û bajarokê Qimînas li gundewarê Idilibê rastî êrîşên hilîkopterên rêjîmê hatin bi çar bermîlên teqîner ku didu ji wan bi gaza kilorê bûn, û bû sedema mirina şeş sivîlan ji yek xêzanê ku sê ji wan zarok bûn û mezintirîn zarok sê sal derbas nekiribû, û nêzîkî 70 kesên din tûşî birînan û bihinçikandinê hatin û di nav wan de karmendên tîmên hawarhatinê jî hebûn.
Pizîşkekî nexweşxaneya meydaniya Sermînê got ku ji wan tûşbûyên bihinçikandinê 13 kes rewşa wan metirsîdar e, û ev tekez dike ku ew rastî hilmkişandina gazeka jehrdar hatine ji coreyê gaza kilorê.
Ji aliyê xwe ve Hîşam Merwa cêgirê serokê Hevbendiya niştimanî bi tundî ev tawana hovane ya rêjîma Esed şermezar kir, û daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir da bilez şandeka dûvçûna rastiyan bo cihê bûyerê bişîne, û lêkolînekê derbarê bikaranîna gaza kilorê veke, di heman demê de pabendî li ser pêwîstiya dadkirina tawankaran kir û sizadana wan di çarçoveya rêşûnên têkistkirî di biryara Encûmena ewlekariyê de ya hejmar 2118.
Merwa amaje kir ku “rêjîma Esed piştî soza bikarneanîna çekên kêmyawî û gazên jehrdar da, careke din vegeriya bikaranîna gaza kilorê, tevlî ku ji aliyê Encûmena Ewlekariyê biryara hejmar 2209 hat derxistin ya di deqa wê de pirotistokirina bikaranîna gaza kilorê li Sûriya hatiye”.
Merwa tekezî li ser erkên Encûmena Ewlekariya Navdewletî kir ku ” pêwîste li ser bi cihkirina bendên biryara xwe ya dawiyê ya hejmar 2209, ya dipajirêne ku gaza kilorê keresteyek jehdar e û çekekî kîmyawî ye, herwiha bikaranîna wê ji aliyê leşkerî bi binpêkirinek mezin ji yasaya navdewletî û biryara 2118 re ye”.
Merwa balkişand ku herdu bendên şeş û heft ji biryara 2209 tekez dikin ku, pêwîste kesên berpirs di ber bikaranîna çekên kêmyawî û di nav de gaza kilorê bêne sizadan, û di dema ku rêzê li biryara 2118an negire, divê ji aliyê Encûmena Ewlekariyê rêşûn ligor benda heftan ji peymannameya Netewên Yekgirtî li ser bêne sepandin “.
Jêder: Hevbendî