Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê xweşhaliya xwe bi daxwaza Rêkxistina Hiyûmen Rayits Wotş da, ya tê de ji Encûmena Ewlekariyê xwest ko Çekdarkirina rêjîma Esed qedexe bikin. Û Tekez dike ko ev pêrabûn kêmtirîn astê kare ko gerek Encûmen Ewlekariyê bike,ji bo parastina jiyana bi milyonan xelkên Sûriyê yên ko tûşî bombebaran û kuştina rêbazkirî dibin.
Rêjîm bi koçberkirin û bombebarankirina ciyên niştecihan û bazaran, bizava Netewên yekbûyî ya ji bo pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê û dabînkirina azadî û rûmetê ji gelê wê re têk dibe. Her wiha awayê Rêjîmê seqayekî ji Rêkxistinên tirorist re amade dike, ji ber ew li ser gelemşeya ko Esed çê dike dijîn.
Roj bi roj taxên Sûriyê wêran dibin û bajarên wê dibin herêmine wêrankirî û niştecihên wê êvarên xwe bi şehîdketinê, dorpêç û koçkirinê dibuhirînin. Her wiha civaka navdewletî peyapey li encamên piştguhkirin û sersariya xwe temaşe dikin. Ew soz û hişyariyên ko Rêjîm weke ruhniya kesk ji xwe re dibîne ji bo kuştin û wêraniyê berdewam bike.
Digel cîbicîkirina daxwaza Rêkxistina “Hiyûmen Rayits” ji bo nehêlana çekdarkirina Rêjîmê, em dubare doza çîbiçîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê 2139 ya nehêlana bikaranîna bermîlên teqîner û çekên bi tewşî li ser herêmên niştecihan dikin. Hem jî jidil li ser çêkirina herêmeke aram kar bikin, ko hemû herêmên dikevin ber bombebarandinê tê de bin û rakirina dorpêçê ji ser herêmên ko Nandozên Rêjîmê û Îranê ew dorpêç kirine dabîn bikin. Hem alîkariyên hawarhatinê ji bo hevwelatiyan derbas bikin.
Hevbendiya Niştimanî dubare amanckirina sivîlan li kîjan cihî be red dike, û hem tekez dike ko Şoreşger û alayên Artêşa Azad sivîlan armanc nakin. Di heman çaxê ku sivîl amanca rêjîmê ya sereke ne. Rêjîm dixwaze ko navûdengiya Şoreşgeran xerab bike û behaneya derxîne ji bo herêmên serhildan kirine bombebaran bike.
Raportan tekez kir ko rêjîm herêmên ko di bin destê wê de ne, bombebaran dike da têke hustê Şoreşgeran û dîmenê li pêş çavên cîhanê biguherîne ji Şoreşa Gelê ko dixwaze azadî û rûmeta xwe misoger bike bi bal nakokiyeke çekdarî ya dijî desthilatê şer dike.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê
21.Tebax.2015