Daxuyaniyek Rojnamegerî
Tev ku Hevbendiya Niştimanî bi erênî pêşwaziya rapora Hiyûmen Rayts ku duh derçû ye dike, ew reşbîniya xwe ya dijwar derbarê têkçûna Encumena Ewlehiyê di avêtina gavinan bo rawestana helmetên êrîşên azmanî ku rejîma Esed bi ser sivîlan de dibe anî ziman, herweha nekarîna wê di hilgirtina pirsyariyên xwe di parastina ewlehî û aştiya navdewletî de.
Hevbendî tekez dike ku erkê endamên Encumena Ewlehiyê aktîvkirina biryara nemre 2139 bi awayekî yekser e, û pêşxistina wê bo parastina sivîlan, ev yek hewcedarî ferzkirina devereke aram e li Bakur û Başûrê Sûrî bo parastina sivîlan ji êrîş û bermîlên rejîma Esed, û veguheztina dosya binpêkirinên ku li Sûrî dibin bo dadgeha cinayetên Navdewletî, cîbicîkirina qewîtiyên rapora rêxistinê, bi taybetî tiştên bi qedexekirina firotina çekan bo rejîma Esed ve girêdayî ye, û rawestana alîkariya wî bi bûjenên sereke mîna sotemeniya balafiran, tang, û perçeyên guhertinê.
Berî du rojan Encumena Ewlehiya Navdewletî civîna xwe ya derbarê biryara 2139 lidar xist ku tê de rawestana avêtina bermîlên teqîner û çekên tewş li deverên biavahî dixwaze, di heman rapora Huyûman Rayts de berdewamiya avêtina bermîlan bi ser sivîlan de tekez dike, ku bikaranîna bermîlan û kuştin û wêrankirin tenê ji destê Esed tên.
Rêxistinê zincîrek nû ji rastiyên berbiçav ku destê Esed di kirina tawanên cengê de tekez dike di riya armanckirina sivîlan bi çekên tewş belge kir.
” Huyûman Rayts Wotş” ne ya tekane ye ku rewşa Sûrî dişopîne û belge dike, Civaka Navdewletî bi van tiştan haydar e, lê belgekirina wê di riya rêxistineke mafnas, û danîna wê ber destê Encumena Ewlehiyê, gavin aktîvtir ji Civaka Navdewletî a nûnera dadwerî, û rûmeta mirovahiyê ye dixwaze, encumana Ewlehiyê ku erkê wê belavkirina aramî û aştiyê ye.
Xalid Xoce
Serokê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî.
25ê Sibatê 2015