Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Carek din civaka navdewletî li pêşiya berpisyariyên cîbicîkirina biryarên xwe ye, nemaze biryara 2118 ya girêdayî bi sizakirina çi aliyê ku wan çekan bikar bîne, an veguhêze, an çekên kîmawî li Sûriyê embar bike, nemaze piştî biryara Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî, ya berpirsyariya rijêma Esed di ber hejmarek ji benpêkirinan de diyar kiriye, û derewên rijêmê û Rûsiya derbarê tuhmetbarkirina hêzên şoreşê bi bikaranîna şekên kîmawî eşkere kirin.
Û tevî ku binpêkirinek bi tenê bese ku rijêm bandorên biryara 2118 disepîne hildigre, lê îro em li pêşiya belge û raporên corbrcor û serbixwe û pisporên ku wê berpisyariyê tekez dikin, ne di ber bikaranênekê bi tenê de, lê belê di ber bi dehên carên ku rijêmê biryarên Encûmena Ewlekariyê û di pêşî de biryara 2118 binpê kiriye.
Û encamên rapor û lêvegeran tekez kirin ku terror yek e, û rijêm û rêxistina Daişê bi hev ve girêdayî ne, û hevbeşiya sereke di nav wan de terror e.
Her derengman di sepandina yasaya navdewletî û biryarên Encûmena Ewlekariyê de, dê bibe sedema binpêkirin û tewanên bêhtir, û paş re bêhtir rapor derkevin, di dema bêkêriya navdewletî yaku dighê asta ku dest ji rewaya navdewletî bête berdan ji aliyê kesên ku divê siponserê wê bin.
Ji Encûmena Ewlekariyê ya navdewletî û Netewên Yekbûyî tê xwestin berpisyariyên xwe derbarê tewanên rijêmê dijî gelê Sûrî hilgirin, û çareya siyasî bisepînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
6 çirya pêşî 2020