Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Raporta Rêxistina pizîşkên bêsînor dide xuyakirin ku Civaka Navdewletî biyekcarî dûre ji rewşa terajîdî ya rêjîma Esed li ser gelê Sûriyê sepandiye, tevlî hebûna bi hezaran tawanên dîkomîntkirî û raportên rêxistinên navdewletî; lê Encûmena Ewlekariyê û herwiha dewletên kartêker di Civaka Navdewletî şikestin di danîna Sînorekî ji tawanên rêjîmê û rêxistinên terorîst re, û xwestin pevçûnê û hin doseyên helawîstî birêve bibin ji kîsê xwîna Sûriyan, ev bêdengî wê bibe nîşanek reş û kirêt ji Civaka Navdewletî û serkirdeyên xudan biryar re, heger kar bo rizgarkirina gelê Sûriyê nekin.
Têzanîn ku duhî roja çarşemê raportek ji aliyê rêxistina navborî hatiye derxistin û têde kuştina nekêmtir ji 600 pizîşk û karmendên warê pizîşkî li ser destê hêzên rêjîmê her ji destpêka şoreşê ve hatiye diyarkirin, û raport di heman demê de amaje bi kêmî û lawaziya mezin di pêdawistiyên pizêşkî û firyahatinê kiriye.
Bêgoman ku xemsariya Civaka Navdewletî di danîna Sînorekî ji tawanên di Sûriya de û bêdengiya li hember tawanên rêjîma Esed û terorê wê êş û azarên Sûriyan zêdetir bikin û wê derfetek mezintir bide rêjîmê û rêxistinên terorîst bo pêkanîna tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê li Sûriyê bi şêweyekî zêdetir.
Em daxwaza helwestekê dikin ji Civaka Navdewletî ku bêndengiya demdirêj bişkîne û dawiyê li çavgirtina ji tawanên rêjîmê û rêxistinên terorîst re deyne û lez bête kirin di avakirina navçeyên tenah de li bakur û başûrê Sûriyê, herwiha pêşkêşkirina piştgiriya pêdivî bo artêşa Azad bi rêka aktîvkirina pirogramê rahênan û pêkanîna Artêşa Azad heta bikaribe Sivîlan biparêze û alav û maşîna leşkeriya rêjîmê û terorê rawestîne.
Hîşam Merwa
Cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û Rikberiya Sûriyê
12 adar 2015