Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Helîkopterên Rêjîma Esed Îşev Bajarokê Qemînas li Gundewarê Idlibê amanc kir. Di êrîşê de Bermîlên teqîner yên ko bi gaza kilor dagirtî bûn bikar anîn, bi wê yekê dîsa biryara navdewletî hejmara 2209 binpêkir.
Rêjîma Esed bi vê yekê bû 7 êrîşên bi gaza kilorê di 20 rojên di pey derçûna biryarê re bikar anîne, bê ko ji Encûmana Ewlekariênyê an jî dewletên ko li biryarê xwedî derketin û deng danê tu helwest derkeve.
Toreya Sûrî ya nûçeyan ya mafê mirovan, 6 binpêkirinên biryara 2209 ya ku 06.Adarê.2015 derketiye, li 32 Herêman ko bûye sedema şehîdbûna 59 kesan bi bînçikandinê belge kirine.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide Artêşa Azad ko saxlemî û jiyana Sivîlan di pleya yekem ji guhdana wan de be, û anî ziman ko pêşveçûna Şoreşgeran li Herêma Gundewarê Idlib, wê bi beraberiyeke tawankarî ya bêvîbûnê ji aliyê Rêjîmê ve bi bal sivîlan de hebe, da tirsê û nearamiyê têke nava milet de, bi taybetî bêdengiyeke navdewletî heye û Encûmena Ewlekariyê û Rêkxistinên Navdewletî berpirsiyariyên xwe hilnagirin.
Salim Elmislit
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
24.Adar.2015