Daxuyaniyeka Rojnamevanî
Nesir Elherîrî
Sekertêrê giştiyê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê
14 çiriya paşîn 2014
Hevbendiya Niştimanî dibîne ku erkê wê ye, bala civaka navdewletî bikişêne li ser ku hêjî rêjîma Esed qeşmeriyên xwe bi biryarên navdewletî dike û biryara 2165 binpê dike, û heta vê demjimêrê ret dike û rê nadê derbasbûna alîkariyên mirovî bo navçeyên Sivîlan yên dorpêçkirî, û bûye sedemkarê pêkanîna bobelateke mirovî ya berdewam di derheqê 3 milyon welatiyên sivîl di navçeyên dorpêçkirî de, ji encama birçîbûn û sermayê û kêmbûna kelûpelên xwarin û Sûtemeniyê û bilindbûna nirxên wan.
Û hêzên rêjîmê bi narincokên tank û hawinan û bi çekên girin ambargehên hawarhatinê yên ku Netewên Yekgirtî derbas kirine armanc kirin, û duhî û bi derbasbûna barhilgirên alîkariyan bo derwazên taxa Elwe’r ya dorpêçkirî li Himusê, hevdem hatin ligel gulebarankirinek dijwar, lewra pêwîste Netewên yekgirtî bi erk û berpirsyartiya xwe rabe derbarî parastina Sivîlan û pêkanîna biryarên xwe namaze biryara 2165 ya taybet bi derbaskirina alîkariyên mirovî bo sercem navçeyan bê pesinkirina rêjîmê.