Daxuyaniyek Rojnamegerî
Di berdewamiya siyaseta xwe ya ku li ser çêkirin û birêxistina tirorê mîna alavek siyasî û tawankarî bo misogirkirina mana xwe ava dibe, rejîma Esed wênesazkirina hûrbîniyên dîmenê bi xwîna sivîlên bêçek bidawî dike, ta bêtir nameyên siyasî yên riswakirî derbas bike.
Duh bi roj, di heman dema serdana şanderê navdewletî Stîvan Dî Mîstora de, bi dehan bumbeyên hawinê li ser taxên paytextê ketin, lê dûrî deverên ewlehiyê û leşkeriyê bûn, bi taybet li ser deverên avahiyan bûn. Di sinaryoke tawankarî de, ku li ser xwînê ava bûye, û ji ezmûneyin berî niha û dûbarekirî ku endamê ewlehiya rejîmê bajar armanc kirine û tawana xwe xistine stuyê şoreşgeran de. Di heman dema serdanên berpirsên ewropî de.
Hevbendiya Niştimanî şrmezariya xwe bo çi armanckirina deverên sivîl tekez dike, û tîne ziman ku ketîbeyên şoreşgeran bi biryara nearmanckirina deverên avahî dikin, û xwe di operasyonên ku xal û komgehên ewlehî û leşkerî armanc dike berpirs dibînin.
Xelkên paytextê dizanin ku bûne girtî di destê rejîma ku wan bi destê xwe bumbebaran û qir dike, dûv re dixe stuyê şoreşgeran de, da ku bandorekê li opersyona siyasî bike, û daran bixe ber dûlabê çi çareya mumkin de.
Hişam Merwa
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê ûHevrikiya Sûrî
17 Hezêrana 2015