Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hilîkopterên rêjîma Esed êvariya duhî û di kiryareka tererostî ya pir kirêt de, bermîleka teqîner avêt li ser Mizgefta Se’ed Elensarî li bajarê Helebê di dema fitarê de, ku têde xwarin li ser hejaran dihat parvekirin, û bi egerê wê kiryara çepel û ligor tişta hatî belgekirin heta vê gavê 16 sivîl hatine şehîdkirin û bidehan kes birîndar hene.
Ev tawanên rêjîmê tên di çarçoveya zincîreka êrîşên tawankarî de, bi armanca veşartina şikestinên xwe di eniyên şer de, herwiha tên di çarçoveya hewl û pilanên xwe yên tolvekirinê nemaze di armanckirina Sivîlan de, tevlî têkşikestina hemû alavên kuştin û wêrankirinê yên hovane yên rêjîm bikar tîne ji bona şikandina vîn û baweriya Sûriyan.
Em di Hevbendiya Niştimanî de û tevlî baweriya me ku her tawanek ji aliyê firokên rêjîmê yekser em têxin ji encamê şikestina Civaka Navdewletî di hilgirtina kar û erkên xwe û neserketin û xemsariya wê di sepandina navçeyek tenah de da bibe rêgir li pêş rêjîma Esed, tevlî ku em hest dikin ku Cîhan sûre li ser hiştina miletê Sûriyê bitena wî di şerekî demvekirî de li dijî rêjîmeka tawankar ya piştrast bi piştgiriya hin rêjîmên herêmê û Cîhanê yên xema xwîna miletan naxwin, lewra em destxweşiyê li xweragiriya xelkên sivîl û şoreşgeran dikin li hember alava kuştarên Esed, û em bawer in û tekez dikin û her em ji hest û nestên Sûriyan hest dikin ku vîna miletê Sûriyê yê azadîxwaz nayê şikandin û em dest ji armanc û daxwazên xwe bernadin heta bi saya xwedê bicih werin.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
22 Cehzîran 2015