Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Dorpêçkirina Taxên Bajarê Dêra Zorê ko ketiye meha didwan li ser destê Rêkxistina tirorist û Rêjîma Esed berdewam e. Her du alî bazirganiyê bi giyanê sivîlan dikin.
Dorpȇçkirina taxȇn Dȇra Zorȇ ji hȇla “Daiș”ê ve, di rêguhertinek dijwar re derbas dibe, piștȋ ku hȇzȇn Esed dest bi bumbebarankirina bi bermȋlȇn teqȋner kir, li ser taxȇn bajȇr yên di bin destȇ rȇxistina dewletȇ de ne, bi hinceta tirora Daișê, vȇ yekȇ hișt rȇxistin bingehȇn mûşekan li wan taxan deyne û berê wan bide taxên hȋn di bin destȇ rejȋmȇ de, ku 400hezar kes di wan taxan de dorpêçkirî ne.
Em di Hevbendiya Niştimanî de hişyariyê didin ji kuștarin rasteqȋne derheqȇ sivȋlan li Dȇra Zorȇ li ser destê rejȋma Esed a tawankar ȗ rȇxistina tirorîst (Daiș) da. Ȗ ji Civaka Navdewletȋ xwest ku destwerdana lezgȋn bo parastina sivȋlan ȗ vekirina dorpȇçkirina wan bike, herweha ji hevpaymaniyȇ xwest ko Herêmên hêmin û qedexe li ber firokên Rêjîmê li Bakur û Başûrê Sûriyê ferz bike û derbên leșkerȋ li wargehȇn rejȋmȇ ȗ rȇxistina dewletȇ bi hev re li Sȗryayȇ bide.
Ji erkȇ Encûmena Ewlehiyȇ ye, biryara hejmara 2139 aktȋv bike, bo rakirina dorpȇçkirinȇ bi awayekȋ yekser ji ser deverȇn xelk tȇ de dijȋn, ȗ rȇ bidin ajansȇn mirovahȋ ȇn bi Netewȇn Yekbȗyȋ ve girȇdayȋ ne, ȗ hevparȇn wan yên cîbicîkirinê ji bo gihandina alȋkariyȇn mirovahȋ bi awayekȋ lezgȋn ȗ aram ȗ bȇ astengî.
Ev bȇdengiya Navdewletȋ derbarȇ boblata sivȋlan tu caran behane jê re tunebû, lȇ ȋroj ew bobelat mezin bȗye ta ku bȗ beșek ji tawana Esed destpȇ kir ȗ rȇxistinȇn tirorîst tȇ de berdewam in, ȗ bȇdengiya cȋhanȇ ew mezintir kiriye.
Salim Elmislit
Berdevkȇ Fermȋ yê Hevbendiya Niștimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
11.Adar.2015