Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Taxa Elwe’r ya dorpêçkirî li bajarê Humsê ji evê sibehê de rastî êrîş û bombebarana asmanî ko Firokên Rêjîmê herêmên niştecihan amanc dikin, di encamê de çend kuştî û birîndar li pey xwe hiştine, hem jî tiştê ji herêmê saxlem mabû ji mal û xaniyan ew jî wêran kirin.
Hilîkopterên Rêjîmê konekî şînê li taxa Elme’adî li bajarê Helebê bi Bermîlên teqîner bombebaran kir, di encamê de bi dehan kuştî û birîndar ketin ji nav wan jî zarok û jin hene. Her wiha Firokên dagîrkerên Rûsî bajarê Eorm Elkubra li Gundewarê Helebê yê Rojava hejmarek şehîd ketin û hin sivîl birîndar bûn, hem jî êrîş û bombebarana asmanî li çend herêman li gundewarê Şamî, Hema û Jumsê pêk anîn.
Rêjîma Esed siyaseta xwe ya tawankarî ya ko kuştin, koçkirin û wêraniyê berdewam dike, hizir dike ko bi pêkanîna tawankariyan ew dê viyana şoreşê libal miletê Sûrî têk bibe, berevajî dibîne bê çi li bajarê Dareya kir û hêj xweragirtineke afsaneyî dike, ew nizane ko qehremaniya evî bajarî dê bibe sedema hevgirtina şoreşgeran û xweragiriya wan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez dike ko ev êrîşên tawankar pirotesto kirî ne û ew dê têk biçin û ew nikarin viyana miletê Sûrî bişikînin tev ko gelek kuştin û wêranî jî kirine.
Gerek civaka navdewletî û bi taybetî yekîtiya Ewropî û Emerîka û dewletên hevalên gelê Sûrî operasiyonên rêjîmê li ser sivîlan rawestînin û pêrabûnan bikin tako bigihên çareseriyeke siyasî ko zehmetkêşiya miletê Sûrî bidawî bîne û hêviyên wî bicî bike.
Dilovanî ji Pakrewanan re, çareserî ji Birîndaran re, azadî ji bo Girtiyan
Bijî Sûriya û bijî miletê wê azad û serbilind.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê
27.08.2016