Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Wek bersivdanekê li ser kontrolkirina Busra Elşam û pêşdeçûnên şoreşgeran li ser çendîn xalan di hindur Idlibê û navçeya Qelemûn de û şikestina hêzên rêjîmê li ser Zemînê , herwiha piştî operasyona “Bahoza Elhezim” û derbeyên dijwar dijî Hûsiyan, rêjîma Esed bi ferman û pilanên rêjîma Iranê Hilmeteka esmanî ya tolvekirinê bi hevkariya mêlîşeyên xwe li dijî Sivîlên Der’a û gundewarê Şamê pêk tîne, bi armanca pêkanîna zêdetirîn tawanên terorî û kuştinê derheq gelê Sûriyê de.
Raport û zanyariyên tên amaje dikin bi şehîdbûn û birîndarbûna bidehên Sivîlan, duhî û piştî birdomankirina taxa Der’a Elbeled li bajarê Der’a, torên mafperwer navên 24 şehîdan dîkomînt kirin û di nav wan de sê zarok û afretek jî hebûn û herwiha hilîkopterên Esed nêzîkî 20 bermîlên teqîner avêtin li ser çendîn gund û bajarokên gundewarê Der’a, ku bû egerê zêdebûna hejmara şehîd û birîndaran heta gihişt ku gelek nexweşxaneyên meydanî nekarîna xwe bo pêşewazîkirina birîndaran ragihandin bi sedema hejmara mezin û zehmetiya pêşkêşkirina çareseriyên pizîşkî yên pêwîst.
Rêjîma Esed di êrîşekê de li ser mizgeftekê bi firokên şer piştî derketina nimêjkaran komelkujiyek pêk anî di Heresta Elqentere li navçeya Elmerc di Xûta rojhilat de û têde bêhtir ji 20 kesan şehîd ketin, herwiha hilîkopterên rêjîmê bêhtir ji 30 bermîlên teqîner avêtin li ser bajarê Zebedanê li navçeya Qelemûn di maweyê sê rojên derbasbûyî de.
Em di Hevbendiya Niştimanî de di dema ku van êrîşên terorîstî yên berdewam li ser sivîlan şermezar dikin, tevlî baweriya me bi xweragiriya xelkê me di tevaya Sûriyê de û nemaze bi xelkên başûrê welat, di heman demê de em hişyariya mezinbûna bobelata mirovî li başûr didin, û em rêxistinên navdewletî hayîdar dikin bi berpirsyaretiya wan li hember sivîlan.
Nexem Elxadirî
Cêgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
27 adar 2015