Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî rasterast rêjîma Esed tawanbar dike di ber teqînên terorîstî yên hatin encamdan li dijî hin taxên Humis û Şam û Laziqiyê, ku bûn egerê kuştin û birîndarbûna bi dehan hemwelatiyan; ji ber ku rêjîm bi xwe xudankerê tundutîjiyê ye di Sûriyê de, û çavkaniya rasterast ya terora dewletê û kargêrê girûpên terorîst e.
Rêjîm sûdmend e ji karên wiha, yên teqînên berê tîne bîra me, mîna teqînên Şamê yên di sala 2012an de li ser destê hêzên ewlehiya rêjîmê, tevî ku rêjîmê serborek zengîn heye di piştevanî û sazkirina terorê de, û îro ew kirasê qurbaniyan li xwe dike, weku alîyek neyar ji aliyê “terorîstan” ve, di hewldana bikaranîna van kiryaran di nav civaka navdewletî de, û xwediyarkirin weku hevpar di rûbirûbûna terorê de, û hewl dide van teqînan bikar bîne bimebest ji bona xwe vekşîne ji maf û erkên rêkeftina Miyonx ya cext kiriye li ser rawestandina karên dijminkarî.
Hevbendiya Niştimanî her kiryarekê li dijî sivîlan û li her cihekî be red dike, û nameyeke rasteqîn dişîne ji alîgirên Esed re ku Esed çarenivîsa wan revandiye, û niha bazirganiyê bi xwîna wan dike, û wan weku mertalan bikar tîne ji bona zalkirina desthilata xwe, û dirêjîpêdan bi bicihkirina pîlanên xwe yên tawankar di derheq gelê sûriyê de, ku ew niha dikarin Sûriyê rizgar bikin bi rêka qewitandina rêjîmê û desteka wê, û bibin alîgir li tenişt maf û paşeroja sercem xelkê Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
22 reşemeh 2016