Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi rizgarkirina Şoreşgeran ji bajarê Cisir Elşixûr û Gundên wî re û berdana hêzên Rêjîmê ji herêmê, Rêjîmê kuştar derheqê sivîlan kirin. Şoreşgeran di dema ko bargehên Ewlekariya Rêjîmê pak dikirin, dîtin ko hêzên Esed kuştarek di derheqê 23 Girtiyan de li bargeha Ewlekariya leşkerî berî vekêşanê pêk anîne. Digel ko Firokên Rêjîmê sivîlên Taxa Elsewme’e li hundirê bajêr amanc kirine, û di encamê de li gora ko Desteya Giştî ya Şoreşê ragihandiye 30 kes şehîd ketine.
Em di Hevbendiya Niştimanî de evê kirdeya kirêt ya kuştina Girtiyan şermezar dikin, ya ko li gora Peymana Cinêvê tawankariya cengê tê dîtin, ji ber ku amanckirina sivîlan tawankarî ye. Em hişyariyê didin ku dibe Rêjîm derheqê sivîlan de kuştarine din jî bike bi rêya çekên asmanî û gazên qedexe bikar bîne, gerek Civaka Navdewletî bi berpirsiyariyên xwe rabe û sivîlan biparêze û Herêmine aram û parastî çê bike. Hem jî hemû danpêdanên yasayî bi Rêjîma Esed têk bibe, ji ber ku Rêjîmê ev kirdeyên kirêt nedikirin eger ji bêdengiya civaka navdewletî nepiştrast ba.
Ev kirdeyên tawankarî ko Rêjîma Esed dike, rev û têkçûna Rêjîmê diyar dikin. Piştî serkeftinên ku Şoreşgeran li Parêzgehên corbicor pêk anîne.
Ev kirde Şoreşgeran ji pabendbûna wan bi mafê wan di azadî, rûmet û dadiyê de venakêşînin, lê belê ewê sûrtir bibin, heta serkeftinê misoger bikin.
Berdevkê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Salim Elmislit
25 Nîsan 2015