Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Nîstimanî bi guhdanek mezin raportên derbarê revandina bi dehan xêzanên Siryanî li bajarokê Elqeryetên li parêzgeha Humsê li ser destê rêxistîna DAÎŞa terorîst dişopîne, ya diyar e ku ev tawan hatiye kirin bi sedemin olî ,ji ber ku yên hatine revandin kesin Xiristiyanî ne.
Di dema ku em vê tawanê şermezar dikin; hevdem em tekez dikin ku rêjîmê pişkdarî di rêxweşkirina ji vê tawanê re kiriye, ku DAÎŞê roja çarşema bûrî bajar kontrol kir di encama şerekî gomanlêkirî di navbera wê û hêzên rêjîmê û mêlîşeyên hevalbendên wê de, ku paşî rêjîmê hêzên xwe ji navçeyê vekişandin da çarenivîsa xelkên wê bikeve di destê DAÎŞ de, di sînaryoyekî de nêzîkî sînariyoya radestkirina bajarê Tedmurê.
Hêjaye gotinê ku rêxweşkirina bi mebest ya hêzên rêjîmê li pêş pêşketinên DAÎŞê û bi taybetî li navçeyên pirnetew û ol, tê ji bona bikaranîna wê ji bo armancên siyasî; lê di heman demê ev pêşketin tekez dikin ku rêjîm dîtir nikare berevaniyê di ber qada xwe de bike.
Em di Hevbendiya Niştimanî de tekez dikin ku emê hemû bizavên pêwîst û berdest bimezêxin ji bona dûvçûna vê rûdanê û rizgarkirina revandiyan, û xistina van kiryar û binpêkirin û tawanên DAÎŞê û yên rêjîma Esed li pêş çavên komelgeha navdewletî, Emê Ji Encûmena Asayîşa Navdewletî bixwazin ku berpirsyaretiyên xwe li hember parastina aştî û seqamgeriyê li sûriyê hilgire.
Muhemed Yihiya Mektebî
Sikertêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
07 Tebax 2015