Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rêxistina DAIŞ ya terorîst berdewam e li ser heman rêbaza rêjîma Esed di kuştin û tawankariyê de, û herwiha dîlkirina rûmeta mirovahiyê û binpêkirina yasayên navdewletî, ku çi dema kuştarên rêjîma Esed di derheqê Sivîlan radiwestin, rêxistina DAIŞ dest bi kuştaran dike li navçeyên din bi hovîtî û tawankariyek dijwartir, piştî vekirina rê û derfetên kar û berferhkirinê ji DAIŞê re ji aliyê rêjîma Esed, ku dawîtirîn kuştar li dijî gundê Elmeb’ûca li gundewarê Hemayê pêk anî, ligor agehiyên çalakvanan ku pênc jin di kuştarê de hene.
Em di Hevbendiya Niştimanî de û di dema ku em vê tawana hovane ya rêxistina terorîst şermezar dikin, hevdem em dupat dikin ku îro take bijarde ji bo rûbirûbûna teror û çavkaiyên wê yên rasteqîne bi şêweyekî vebir û rijd, pêwîste li jêr sîbera Hevpeymaniyek Cîhanî be li dijî çêker û birêkarên rêxistinên terorîst, herwia pêwîst e li berçav bête girtin rola rêjîma Esed ya serekî di piştgirî û derfetdan û berferkirina DAIŞê de, û divê bê naskirin ku metirsiya terorê ji ser deverê naçe bê rûxandina rêjîma Esed xudankerê terorê û têkşikandina alava wî ya tewankarî û kuştinê.
Hêjayî gotinê ye; ku tawanên rêxistina DAIŞ di Sûriya de ji revandin û kuştin û dorpêçkirina Sivîlan hevdemin digel tawankariyên rêjîma Esed li yên dijî Sûriyan tên encamdan li pêş çav û li ber guhên Cîhanê, ku pêwîste Hevpeymaniya Navdewletî gavên erênî û yeklaker bistîne li hember parastina Sivîlan û herwiha pêwîste hevkariya Artêşa Azad bike bi şêweyekî karatir wek yekem alî ku dikare bersinga terora DAIŞ û ya rêjîma Esed bigire.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikbera Sûriyê
1 Nîsan 2015