Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, pîrozbahiya miletê Sûrî di Roja Cîhanî ya Jinê de dike, û bizavên ko jina Sûrî di warên corbicor de kirine bibîr tîne, di riya dilsozî û deyaxek mezin re ko bandor li xweragiriya me kiriye.
Û erkê me ye ko em li rex xuşkên xwe di hemû biwaran de rawestin, û em tev de têbigehên ku di vê şoreşê de em şirîkên hevûdu ne, û emê xebata xwe milbimil pev re bighînin serî, em bawer in ko şirîkatiya jinê di şoreş û karê siyasî de wekû mafekî hatiye, ko wê bi karîn û şiyanên xwe bi dest xistiye, û hêj xuşk û dêyên me yên Sûrî qelenê azadiya Sûriyê didin, û zarokên xwe ji bo welatekî azad gorî didin.
Di vê helkeftê de em silavên xwe ji hemû çalakvanên jin û mêr û alîgiran re dişînin, yên ko vê rojê vedijînin, û moralên bihêzkirina kar bilind dikin, û kampanî û çalakiyan li paytextên corbicor bo piştgiriya jinên girtî lidar dixin… ji bo jina Sûrî ya koçber… ya derbider.. ya dorpêçkirî, jina Sûrî ya şehîd ketiye… û ji civaka navdewletî daxwaz dikin ko dadweriyê bo miletê Sûrî misoger bikin, û piştgiriya tekoşîna wî bo bidawîanîna rêjîma zordar bikin.
Em dîsa li ser giringiya rola jinê ya bingehîn tekez dikin, di biwarê avakirin û bihêzkirin û beşdarbûna wê di karê siyasî û şoreşgerî de. Ji jinên Sûrî tête xwestin ko bêtir tevlî cihê dana biryar û birêvebirinê bibin, û pêwîst e bizaveke berdewam bibe , ji bo lipaşxwehiştina astengiyên ko beşdarbûna wan ya tekûz di avakirina nuhok û paşeroja Sûriyê de kêm dikin.
Dilovaniya Xwedê li şehîdan be, saxbûn bo birîndaran, azadî ji bo jinên girtî.
Bijî Sûriya azad û bijî miletê Sûrî azad û rûmetdar.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Birêveberiya Ragehandinê
08.03.2019