Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Civaka navnetewî berdewama li ser veşartina xwe bi carekî li ser bûyerên li ser erdê û rewşa trajîk ya ji ber topbarana bêserûber û binpêkirina peymana Idlibê, ji aliyê hêzên rejîm û milîsên Îranê bi piştgiriya firokên Rûsyayê.
topbarana erdewam ya bêserûber ji aliyê hêzên rejîmê, li roja çarşemê (6ê reşemehê), bû sedema şehîdbûna zarokekî û birîndarbûna hejmarek welatiyên sivîl li bajarê Circinaz, hevdem gundên Xwîn û Zerzûr û Om al-Xalxîl li başûrê Idlibê bi topên hawanê û çekên giran hatin topbarankirin.
Ev rewş dê berdewam dike û tawankarî û armanckirina sivîlan berdewam dike, weke tişteke xwezayî, ku ti peymanek nîne, û ti aliyê gerantor yên guhdar bi vê rewşê jî nînin.
Encumenên Xwecihiya herdu bajarên û Altmanah û Circinaz ragihandin, ku her du bajar bûne yê felaket bi serê wan hatine, û daxwaza pêşkêşkirina alîkariya lezgîn ji bo piştgiriya bajarokên deverê û pêşkêşkirina alîkariyên oizîşkî û xwarinê ji rêxistinên mafên mirovan kirin.
Hevbendiya Niştimanî her êrîşekî yan jî pêngaveka li dijî rêkeftina Soçiyê şermezar dike, û daxwaza şopandina bûyerên ji aliyên gerantorên peymana Idlib û hemû aliyên îmzekirî û civaka navnetewî dike ji bo rêbigirin li hember topbarana sivîlan ya bêserûber ya dibe bi aramanca kuştin û koçberkirina welatiyên sivîl û kavilkirina bajar û bajarokên wan.
Ji civaka navnetewî tê xwestin ku têbigehe li ser metirsiya êrîş û zêdegaviyên rejîmê û çekdarên Îranê û pişaftina armancên rast û kar ji bo rawestandina wan û parastina deverê ji encamên xirab.
Herwiha divê cîhan derfetan jidest nede û kar bike ji bo xistina fişarên bêhtir li ser rejîmê û alîgirên wê ji bo neçarkirina wan li ser pêgiriya rêyeke din têde pêgir bibe li ser rawestandina bombebaranê û bi giranî berê xwe bide pêvajoya siyasî li gor biryarên Konseya Ewlekariyê û daxuyaniya Cenevreyê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
7ê Reşemeha 2019