Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Nitimanî ya Sûrî gelê sûriyê di roja bîranîna Raperîna Adara sala 2004an de yaku sûriyên kurd vêxistine silav dike, ew serhildana ku ji bajarê Qamişlo dest pê kiribû û gihiştibû Amûdê û Efrîn û Heleb û ta Şamê.
Bi dehan pakrewan ji lawên sûriyê bi guleyên endamên asayîşê û hêzên rijêmê ketin, rijêma ku herdem bizav dikir daku tevna civakê jihev bixe, û gelaciyê di navbera xelkê welêt de belav bike, û ji wan bi sedan bûn girtiyên şaxên asayîşên rijêmê û di girtîgehan de bi meh û salan rastî îşkencedan û tirsê hatin.
Raperîna 2004 semboleke diyar bû, û nîşana giyanê ku di dilê sûriyan de lê dide bû, û êşa rasteqîn yaku têde dijiyan salix dida, û sitemkariya ku rastê dihatin, û hezkirina azadî û rizgarbûna ji stemkariyê eşkere dikir.
Xwespartina gule û kuştinê dijî sîngên tazî , ji wê demê de, bijardeya rijêmê bû, û di roja dî de karwanê ku pakrewan rakiribûn hate armanckirin, daku welatiyan bitirsînin û sawê têxin dilê kesên beşdarî raperînê bûne.
Em careke dî tekeziyê li ser nirxên azadî û hevwelatîbûnê û giringiya xurtkirina baweriyê di navbera tevaya gelê sûrî de dikin, bo ku pirensîpên şoreşa sûriyê ya gewre biparêze, û pabendiyê bi pirojeyeke niştimanî yê tevayî bike, û ji bo avakirina dewleteke sivîl û demoqrat bixebite, daku mafên hemû welatiyan di çarçoveya misogerkirina yekîtiya sûriyê de bi xak û miletê wê ve biparêze.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
12 adara 2021