Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Salim Elmislit
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
23 Çilê Paşî, 2015
Berî xwîna kuştara Gundê Elxensa li Gundewarê Qamişlo ya ko 75 Şehîd tê de çûn zuha bibe, Rêjîma Esed îro zincîreke kuştarê nû pêk anîn. Tawankariyên ko pê rabû li Gundewarê Şamê û Hums û Helebê û Deraa, bi bêbextî û hovaneyî bêsînor bûn û encama qurbaniyan jî ber bêtir dibe.
Ev kirde parek ji kampanya Rêjîmê ya leşkerî li ser hemû Sûriyê ye, bikaranîna Firokên Cengî û bombebarana Top û Mûşekên binîşan û benison, ev kampanya kuştaran giha çend Bajar û Parêzgehên Sûriyê û bi taybetî Gundewarê Şamê ko Firokên Rêjîmê piştî nimêja nîro sûkek tije xelk li nava bajarokê Hemûriyê li Gundewarê Şamê bi mûşekeke binîşan amanc kir, di encamê de bi dehan şehîd ketin ji nav wan zarok jî hebûn, digel bi dehan birîndar ko Nexweşxaneyên gorepanî ji wan tije bûne. Û hêj Çalakvan ji bo belgehkirina navên qurbaniyan kar dikin.
Herweha êrîş dan ser bajarê Dûma û taxên bajarê Elhewla li Gundewarê Humsê û bajarê Elbab li Gundewarê Helebê û Herêmên Gundewarê Deraa jî bombebaran kirin.
Hîç tu behane ji hêlana Sivîlan li navbera Bermîlên Rêjîma tirorist û Rêkxistinên Tirorist nemaye û bêçare em bangê nû dikin, giring e ko Civaka Navdewletî di cih de têwerdanê bike da Sûriyan rizgar bike, û dawiyekê ji Rêjîmê û Çeteyên Rêkxistinên Tirorist re deye.