Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê dîsa dijminkariya Rûsî û hevbeşiya wê ya tekûz di tawankariyên Rêjîma Esed di derheqê miletê Sûriyê de pirotesto dike. bi taybetî bal kişand ser amanckirina wan ji sivîlan re û binpêkirina biryara Encûmena Ewlekariyê hejmara 2254 ya ko tekeziyê li ser”êrîşên yekser li dijî Sivîlan”dike, û her weha êrîşên Rûsya yên berdewam ko piştgiriya asmanî dide Rêjîmê li dijî alayên Artêşa azad.
Piştî çend Hefteyan ji komkirina Hêzên Rêjîmê û bi piştgiriya firokên dagîrkeriya Rûsî-Îranî, êrîşek dane ser Bajarê Şêx Miskîn li Gundewarê Der’a bi amanca dagîrkirina wî.
Bi dehan êrîşên asmanî yên Rûsî bajarê ko çi hebûna Daiş lê nîn e amanc kir. Êdî dîsa rastiya rol û istiratîciya Rûsî tekez dibe, ko piştgiriya Rêjîma Esed li dijî miletê Sûriyê û hem li dijî Artêşa azad dike. Û şerê li dijî tiroristiyê tiştê dawî ye ko Rûsya plan dike.
Îro digel şermkariya ko Civaka Navdewletî pê danûstandinê bi dosya Sûriyê re û dagîrkirina Rûsya ji Sûriyê re dike, Rûsya di têgihiştina çarenivîsa evê têwirdanê de têk diçe.
Miletê Sûrî yê ko li dijî Rêjîma Esed û Milîtanên Hizbullah û Hêzên Pasvanên Şoreşger yên Îranî li ber xwe dide û piştgiriya Şoreşa xwe dike, û ev sê meh jî li dijî êrîşên Rûsya xweragir e, ew dê bi xêra berxwedana Artêşa azad li bajarê Şêx Miskîn jî û li hemû deverên Sûriyê xwediyê gotina dawî bimîne.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
02.01.2016