Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Em di Hevbendiya Niştimanî de tekez dikin ko nûçeya li nav ragihandinê belav bûye ne rast e, ya li ser “devjêberdana me ji mercê rûxandina Esed di lihevkirina siyasî de” eger çê bû, û em tekez dikin ku çûna Esed mercê Hevbendiyê yê sreke ye di çi danûstandina siyasî de be, û em dibêjin berî ev merc yê Hevbendiyê be ew yê Gelê Sûrî ye, yê ko ji bo wî xwîn û can û malê xwe daye.
Herwiha em di Hevbendiya Niştimanî de hişyariyê didin li ser ku rastiya nûçeyên li ser navê Hevbendiyê derdikevin piştrast bikin, û eger ne ji Nivîsgeha me ya ragihandinê be baweriyê pê neynin.
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Salim Elmislit
26.Sibat.2015