Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hin tabûrên Artêşa Azad piştî şerekî dijwar li gundewarê bakurê Hemayê, karîbûn bersiva yekemîn êrîşa hêzên Esed bidin ya bi piştgiriya herdu dagîrkarên Rûsiya û Îranê ku berî destpêkirina êrîşê, êrîşek bi topxan û avêtina mûşekan pêk hat û ligel piştgiriyek esmanî ji aliyê hilîkopterên Rûsî ku cara yekê ye ew core balafir beşdariyê di şeran de li Sûriê dikin, şoreşgeran nêzîkî 20 tank û maşînên leşkerî têk şikandin û bi dehan kuştî û birîndar ketin di nav serbazên hêzên Esed de, û destê xwe danîn li ser hin xalên nû li Til Sewan û Elmedcene li rojhilatê bajarê Morik.
Ligor belgeyên çalakvanên Şoreşê zarokek binavê Mihemed Elî Elqurebî li bajarê Kefer Zeyta ji encama bombebarankirina Firokên şerker yên Rûsî şehîd bû û şehîdekî din bi êrîşeke wek wê li ser bajarokê Kefer Nibûde şehîd bû, herwiha Firokên Rûsiya navçeyên (Elletamine, Kefer Nibûde, Elseyad, kinarên bajarê Morik, Letmîn, Elzekat, Elerbe’în, Etşan) li gundewarê bakurê Hemayê bupmbebaran kirin.
Hêjayî gotinê ye ku xweragiriya şoreşgeran û tabûrên Artêşa Azad û herweha xwerageriya Miletê me tevî rewaya doza wan binyata serekî bû bo bidestanîna vê serkeftinê di vî şerî de, û ev yek garantiyên serkeftinê ne di paşerojê de bo bidestanîna daxwazên şoreşê û jinavbirina rêjîma zordest û jinavbirina terorê , da bigehêjîn dewleteke ku azadî û rûmetiya welatiyên wê têde parastî be.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
08 Çiriya pêşîn 2015