Daxwiyaniyeke Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi germî sersaxiya umeta îsalmê bi boneya koçadawîkirina şêx û zaniyarê mezin Yûsif Elqeredawî, yê ku di temenê nêzî 96 salî de ji jiyanê bar kir pêşkêş dike, û daxwaza dilovaniyê û pejirandina karê wî ji xwedayê mezin dike .
Şêx û zanyarê mezin jiyana xwe di xizmeta Îslam û misilmanan de bûrand, û li dijî zordarî, tundrewî û stemkariyê û li kêleka gelên bindest ên ku li jiyaneke azad û rûmetdar digerin rawestiya, û piştgiriya daxwazên gelê Sûriyê ji bo bidestxistina azadiya xwe û rizgarbûna ji rijêma Esed kir.
Şêxê ku Yekîtiya Cîhanî ya Zanyarên Misliman damezrandiye û yekemîn serokê wê saziyê bû, şûnmayekî mezin ji pirtûkxaneya erebî û umeta îslamê re ji pitûk, lêkolîn, gotarên her cureyên raman û fiqih û zanistiyê yên ji bo balavkirina zanînê û ramanên miyanrew di nav rêzên umeta îslamî de li pey xwe hişt.
Em sersaxiyê ji xizim, malbat, xwedî û merivên Şêx û hemû misilmanên cîhanê re li ser koçadawîkirina vî zanyarê mezin dixwazin.
Em yên xweda ne û emê li xweda vegerin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
26 îlon 2022