Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Sûrî spasiya Erebistana Si’ûdî û bi taybetî ya Qeral Selman bin Ebdulezîz Al Si’ûd û miletê Siûdî bi tavayî kir.
Li ser helwesta wan ya pirinsîbdar ji Şoreşa Sûriyê û rêzgirtina xwe tekez kir ji gotina wezîrê derve yê Siûdî dema li nameya Rûsî ya şandibû Civîna bilind ya komkara Erebî vegerand, û behaneya wan ya xwepelûkirina têkçûyî û helwesta Serpereştiya Rûsya ya sûr li ser dehfdana Rêjîma Esed ber bi tehluka mirinê ve li ser hesabê xwîna Sûriyan û dixwaze qezencine siyasî bidest bixe.
Gotina Emîrê Si’ûdî Si’ûd Elfeysel bersiveke tûj û tund bû li ser behaneyeke ne di katwariyê de, ya ko hemû Hewldanên Civaka Navdewletî ji bo çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Sûriyê re bibîne, xwînrijandinê birawestîne û mafên Sûriyan misoger bike, Rûsya li himber disekine.
Dubare em spasiya Erebistana Siûdî li ser piştgiriya wê û helwestên ko bi wan pabend e dikin. Û bi hêvî ne ko bizava wê ya piştgiriya yekîtiya Erebî dike û berevaniya kêşe û çarenivîsa herêmê û di beraberiya hin aliyên tumakar de dike biser bikeve.
Salim Elmislit
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî
30 Adara 2015