Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Biwara tawankarî ya berdewam ko Rêjîma Esed dike, li ser civaka Navdewletî feriz dike ko parastina Sivîlan bi hemû awayan bike, di serî de dabînkirina Herêma aram.
Çimkî hêzên Rêjîmê di 48 demjimêrên buhurî de çendîn kuştar pêk anîne û bêtir ji 120 kesan şehîd ketine, her wiha bi sedan birîndar bûne.
Herêmên ko amanc bûne Idlib, Me’eret Misrîn, Seqba, Dûma, Dareya û herêmine din.
Her wiha û di berdewamiya êrîşên ko dibêjin yên hêzên navdewletî li dijî tiroristiyê ne , dide diyarkirin ko sivîl jî têk çûne, bi taybetî ew yên ko li ser bajarokê Etma ya dikeve ser sînorê Tirkiyê, ev mijar gerek vekolîn li ser bibe û yên ko ev kirine bêne siza kirin.
Pirotestoya rastîn ji tawankariyên Rêjîmê re ew e ko Hevpeymana Navdewletî lêvegera istiratîciya xwe bike û biryareke tund û lezgîn bide dako herêmeke aram feriz bike, û desthilatdariya Rêjîma Esed ya tirorist li wir bidawî bike. Ji ber ko ew sivîl û taxên niştecihan amanc dike. Her wiha dê karîna Rêkxistinên tirorist û Çeteyan têk bibe.
Ewê bihêle ew aramiya ko Rêjîma Esed û Rêkxistinên tirorist têk biriye vegerîne. Hem jî dê destê xwe deynin ser ewê gelemşeya bi encama bombebarana rojna çê dibe û hem wê derfetê bide ko karê siyasî û yê sivîl biafire. Ev jî dergehek ji dergehên çareserkirina siyasî ye.
Civaka Navdewletî ji erkê wê ye ko parastina sivîlên Sûrî ya pêdivbî dabîn bike. Hem jî operasiyonên bombebaran û wêranê birawestîne. Dako derdê û zehmetkêşana wan kêm bike.
Salim Elmislit
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê
12.08.2015