Daxuyaniyek Rojnamegerî
Em di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de bikaranîna sivîlan mîna mertalin mirovahî û devrên avahî mîna qadên şer şermezar dikin, herweha em tawanên rêxistina dewletê a tirorist û rejîma Esed dijî milletê Sûrî jî şermezar dikin.
Nûçeyên ku ji bajarê Hesekê tên pir bi tirs û mereq in, sivîl di navbera du aliyên ku pişberkiyê di çandina tirs û tirorê di her derê de dikin dorpêçkirî ne. berdewamiya hêlana sivîlan di navbera çakûçê rejîma tirorist û Sindanê rêxistinên tirorist tu encaman jibilî ber bi têkçûnê de nade.
Em van kuştarên metirsdar ku rêxistina Dewletê a tirorist derheqê Kurdan li Kobanî dikin şermezar dikin. Rewşa falica li ser asta navdewletî, û derengiya bidawîkirinekê ji vê rejîmê û pêvekên wê ji rêxistinên tirorist, wê rewşê ne ji berjewendiya tu kesî re xerabtir bike, bi taybet piştî nekarîna istratîjiya Hevpeymaniya Navdewletî ku rêxistina Dewlatê her car li dorê diftile û eniyin xwe yên nû li vir û wir vedike diyar kir. Îroj em dibînin êrîşan li bajarê Kobanî dike, gefan li sîvîlan dixwe, û wan serjê dike.
Hevbendiya Niştimanî li rex xelkên Hesekê û Kobanî radiweste, destê xwe dixe destê wan de, û tekez dike ku hêzên şoreşgeran li Sûryayê qels nabin ta hêviyên Sûriyan di azadî, dadwerî,û rûmetê de pêk were.
Salim El – Mislit
Berdevkê Fermî Bi Navê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûrî
26ê Pûşberan 2015