Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî teqîna terorîstî ya armanckirina mizgefteka bajarê Demam piştî nimêja înê şermezar dike, û hevdem rawestana xwe li kêleka Eribistana Si’ûdî û miletê wê dupat dike.
Ev tawankarî û kiryara terorîst nimûne ye ji ramana şaş û xwehir re ku xwîna mirovan helal dike û bitewşî sivîlan armanc dike û kar ji bona belavkirina ajawegerî û gurkirina agiran bo bicihkirina ramanên şeht û îdiyolojiyayên kîndar.
Em behî û sersaxiya kesukarên şehîdan dikin û daxwaza saxiyê ji birîndaran re dikin, herwiha em baweriya xwe bi serkirdayetiya Si’ûdiyê û serkeftina wê li ser vê pêla şikestî tekez dikin, ji ber ku aqilmend û têgihiştî bi qebarê bobilatê dizanin, û bihêz rawestane li dijî sercem çavkaniyên teror û tawankariyê li seraserê Cîhanê.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
29 gulan 2015