Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê êrîşên hêzên Rijêmê yên bi palpiştiya milîsên Îranê û firokên Rûsiya û topbarankirina berdewam li ser navçeyên başûrê parêzgeha Idlibê şermezar dike.
Êrêşên esmanî û topbarankirina Mi’eret Elni’man û Til Eltoqan bûne sedema şehîdkirin û birîndarbûna hejmarek ji xelkê navçeyê, ku hêjî hejmara qurbaniyan zêde dibe bi sedema berdewamiya bombebarankirina bajarên Kefrnibil û Xanşîxon û Sincar û Seraqib û gund û bajarokên din yên gundewarê Idlibê.
Oparesyona niha ya li ser Idlibê ketiye di heftiya xwe ya siyen de, û hêjî sivîlên navçeyê bi berdewamî têne armanckirin û tawanên şer û binpêkirina agirbest û rêkeftinan bi berdewamî tên pêkanîn, bi derfetdîtina bêdengiya civaka navdewletî ya bi erkên xwe li hember rihakirina sivîlan û parastina ewlehî û aştiyê ranabe.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
04 çile 2018