Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Her sal di rojeke wek îro de cîhan bîranîna salvegera 75’eîm ya ragihandina cîhanî ya mafên mirovan li dar dixe, di heman demê de rijêma Esed bi hevkarîya li gel hevalbendên xwe tawaneke ku dighêje asta tawanên cengê li bajarê Idlibê pêk anî, di encamê de nêzîkî 40 sivîlî şehîd û birîndar bûn, bi sedema armanckirina wan ya rasterast bi mûşekan, ev yek jî rijdiya rijêma Esed li ser berdewamiya di rêbaza leşkerî ya hovane de eşkere dike, û diyar dike ku ew bi mebest tevaya şêweyên jiyanê armanca dike, û rê nade ku çi cureyê ewlehî û aramiyê di jiyana sivîlan de peyda bibe.
Tawanên berdewam yên rijêma Esed yên binpêkirineke metirsîdar in ji mafên mirovan û yasa û urfên navdewletî re, hewcedarî helwesteke navdewletî ya vebir e bo rawestandina amûra kuştinê ya ku rijêma Esed sponseriya wê dike, û bibe rêgirtineke rasteqîn ji rijêmê re û wê neçar bike ku êrîşên dijminkarî rawestîne, û mîkanîzmên zelal ji bo sizakirina wê li ser tawanên wê peyda bike.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji Encûmena Ewlekariyê dixwaze ku vê tawana cengê şermezar bike, ya ku armanca wê kuştina bi mebest a sivîlan e, û hewcedarî standina rêşûnên bibandor e ji bo dabînkirina parastina mafên mirovan li Sûriyê û êrîşên li ser sivîlan rawestîne, û dosyaya Sûriyê bişîne Dadgeha Navdewletî, ji bo misogerkirina ku tawankar ji sizakirinê rizgar nebin, û Hevbendî cext dike ku tekane çareserî ji bo bidawîkirina trajediya Sûriyan veguheztineke siyasî ya berfereh e li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê 2254, ya ku derfetê dide pêkanîna ewlehî û aramiya domdar, her wiha bicîanîna daxwaz û mafên rewa yên gelê Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
10 kanûna pêşîn 2023