Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro şemiyê 5 cotkar ji ber bombebarana mûşekan ji aliyê rijêma Esed ve şehîd ketin, piştî ku otombêleke sivîlan û amûreke çandinê li derdora gundê Elqizim yê deşta Xabê rojavayê gundewarê Hemayê ji aliyê hêzên rijêmê ve hatine armanckirin.
Ev Tawana ku hêzên rijêmê sibeha îro- di dema rewşa bobelatî yaku gelê Sûrî têde dijî- pêk aniye, tewaneke dutaq e, ji ber ku rijêm û çetên wê darayîya xelkê ji wan distînin û nahêlin ku ew bixebitin û di dûv re sermiyanên welatiyan ji bo kuştina wan bikar tînin, û jêderên debara jiyana wan wêran dikin.
Êrîşên leşkerî û tewanên ku rijêma Esed û siponserên wê pêk tînin, di riya rijdiya li ser rêbaza leşkerî tevî ku hemû bijardeyên leşkerî gihîştine rêyeke girtî ya ti aso jêre tune ye.
Helwestên civaka navdewletî yên sist derbarê xwîna sûriyan ya tête rijandin, nameyeke nerênî û pir metirsîdar pêşkêş dike, û rijêm wê tenê wek ku çireyeke kesk e fêm dike, daku di astengkirina çareya siyasî û tewanên xwe de berdewam be.
Ji civaka navdewletî liveke çalak û cidî tê xwestin, daku sînorekî vebir li pêşiya tewanên vê rijêmê deyne, û hîn bêhtir demê nedin riêmê, yaku ger berdewam bike dê bibe sedema hîn bêhtir ketina qurbanan ji bêgunehan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
26 kanûna pêşîn 2020