Agahiyek rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî
14 Tebaxa 2014z
Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî şoreşgerên Milêha silav dike, û qurbaiyên wan yên ku dane di ber berevaniya sivîlan di heyvên bûrî de bilind dinirxîne, û li pêş xweragirtina wan di rûyê êrîşên rijêmê û çeteyên Hizbullah û yên Îraqî yên piştgirên wê,her weha rawestana bi mêranî bêtir ji çar heyvan li pêşiya dorpêçkirin û bombebaranên bi xurtî.
Hevbendî û gelê sûrî bawerya xwe bi şiyanên şoreşgeran nûdikin di parastina xaka sûrî û sivîlan ji xwînxwariya rijêmê û bi berdewamkirina têkoşînê ta armanc û hêviyên gelê sûrî pêk werin di pêkanîna azadî û rûmet û dîmoqrasiyê de.
Dilovaniya xweda ji şehîdan re
Saxî bo birîndaran
azadî ji girtiyan re
Serfirazî û azadî ji sûriyan re.
Bijî Sûriya.