Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê
01.Çêriya paşî, 2014
Hevbendiya Niştimanî dozê dike ko dorpêçkirina li ser hemû Herêmên ko hatine dorpêçkirin bi zûtirîn dem bên rakirin û biryara Netewên Yekbûyî hejmara 2165 ya ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo ewan Herêman bê erêkirina Rêjîmê cîbicî bibe.
Ev dora sê mehan di ser birayrê re derbas bûye û hêj gelek Herêm li Xûta Rojhilat û Rojava û li Herêma Başûr ji paytextê û li Humisê di bin dorpêçê de ne û biryar li ser astekî piçûk û teng cîbicî bûye.
Hevbendî daxwazên xwe dîsa dubare dike, piştî evê neçeraserkirinê da têwirdan bibe ji bo derdkêşî û rewşa mirovî sivik bikin, ya sînorê ko navê bobelatê lê bibe buhirandiye, ji ber belavbûna nexweşiyan û tunebûna alîkariyên bijîşkî û wêrankirina Nexweşxaniyan û hatina werzê zivistanê digel bombebarankirina tang û firok û topan bi hewldana têkbirina her tiştên girêdayên jiyanê li wan herêman.