Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Qehremanên Zebedanê, hilgirên xetîra Şoreşa Sûriyê baş dizanin ku hîç encamek ji wan danustandinên bi nûnerê Îrana dagîrker û çeteyên Hizibulaha terorîst re nîne ji bilî xweragiriya wan li eniyên bergiriyê, di dema ku Hevbendiya Niştimanî destweşiyê li şoreşgeran dike û bi bilindî xweragirî û himeta wan li deşt û çiyayên Zebedanê dinirxîne, hevdem serbilind e bi xîret û qehremaniya hemû şoreşgerên Sûriyê, yên bilez êrîşî serbazgeh û wargehên rêjîmê kirin bi armanca sivkirina bargiraniya li ser milê birayên xwe li Zebedanê, ku rastiya silogana “gelê Sûriyê yek e” di rovejê de hat çespandin.
Danustanên nûnerê Îrana dagîrker bi şoreşgeran re bêhtir giringî didan koçberkirina xelkê Zebedanê, û karkirina ji bona bicihkirina çeteyên xwe piştî pêdana nasnameya sûrî bo wan, da Zebedanî bibe deverek alîgir ji Esed û Îranê re di çarçoveyê pirojeyekî dabeşkirina tayîfeperest de ya ku rêjîma Îranê hewla pêkanîna wê li Sûriyê dike bi rêka koçberkirin û guhertina dîmografî re.
Wek hercar û digel her têkşikestinek serbazî, rêjîma Îranê û çeteyên Hizibulaha terorîst xwe biserketî didin xuyakirin, tevî ziyanên wan yên mezin di sercem navçeyên Sûriyê de, herwiha tevlî êrîşên esmanî û bikaranîna bermîlên teqîner û mûşek û çekên corbicor li dijî bajarê Zebedanê, lê rêjîma Esed û tevî mîlîşeyên hawirde nikarîn derbasî Zebedanê bibin û wê dagîr bikin, ku ev yek bi xwe şikestina oparisyona leşkerî dupat dike û hevdem tekez dike ku Şoreşa xelkê Sûriyê serkeftî ye herçend rastî pêlan û rûbirûbûnan bibe.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
15 Tebax 2015