Zarokên Sûrî li Kampên derbideriyê di aloztirîn ezmûnê re ko di ser Zarokên mirovhiyê re derbas dibe dibuhûrin..
Zehmetkêşiya wan ji Çadirên bêmirês dest pê dike ko ne wan ji germa havînê û ne jî serme û barana Zivistanê diparêzin, û bi dabîn-nekirina Sobeyekê an betniyekê ko sawa nexweşiyekê ji wan dûr bike bidawî nabe…
Heta bi xwarina ko digihê wan geşbûnê nade laşên wan yên lawaz… zehmetkêşiyeke berdewam e û bi pirbûna derbideran bêtir dibe,ew derdekêşiyeke piştguhkirî ye ji aliyê Civaka Navdewletî ve, ew Civaka ko nema guh dide paşeroja tevahiya nifşekî ko di bin gefa windabûnê de dijî.
Raporta”Bêwarî: Kampa Bab Elselame û bobelata Zarokên derbider yên jibîrkirî” hewil dide ruhniyê bide ser aloziyên ko Zarok li Kampên derbideriyê dibînin, di riya serdanekê ji Kampa Elselame re û rawestana li ser rewşa zehmetkêşiyên jiyana wan,ku tu alavên jiyanê û nejî yên hînkirinê ji zarokên derbider re nîn in.
Ji bo dîtina tevahiya raporê: pê li vir bike