(Hewlêr – Hevbendî – Hêwa Can )
Rêxistina ( IVY ) ya Japonê û di bin çavdêriya Wezareta Perwerdeyê li herêma kurdistanê karî bûn 200 zarokên penaberên sûrî di dibistana Tîşk de bi cî bikin, û ne xasim zarokên taxa Badawa û Hezar Rok û kolanên Mexmûr.
Rêxistina ( IVY ) korseke perwerdeyê ji jimareke zarokan re dest pê kir di meha 4an de 2014 û heta meha 8 ji eynî salê û ew fêrî xwendinê kirin di riya rêbazek Erebî û kurdî . Tevî kû ji jimara 200 xwendevanî 150 xwendevan beşdarî vê xuleyê bûn ji pola yekê heta pola şeşa lê wê xuleyê sûdeyek mezin da zarokan. Di dawiya xuleyê de rêxistina ( IVY ) û komîtekê ji wezareta perwerdeyê dest bi tomarkirina zarokan kirin da xwendina xwe ya qonaxa seretayî di sala nûde berdewam bikin. Jimara giştî ya zarokên tomarkirî gihişt 200 zarokî û dibe ku zêdey wilo zarokine din xwe tomar bikin.
Risa birêvebera vî pirojeyî ji alî rêxistina ( IVY ) ji me re lêdiwanek da û got : em weke rêxistinek mirovahî me dest bi vê pirojê kir bi piştgiriyek kesayetî ji rêxistinê , lê alîkariya wezareta perwerdeyê pir mezin bû di vê pêvajoyê de û ne xasim di dîtina dibistanê, da pirojeyê me biserî bibe , ji alîkî din rêbaza perwerdekirinê ji me re garentî dan, û bûn alîkar bi me re ku em jimara evqas zarok bi cî bikin di dibistanekê de û xwendina xwe berdewam bikin weke zarokên herêmê di sala 2014\2015de , û em sipasiya rêxistina ( IPK ) ya Emêrîkî dikin ku alîkariya zarokên penaberên sûrî kirin bi pêdiviyên xwendina zarokan ji pênûs û lênûsan.
Bavê Elî penaberek e sûriye hatibû kû du zarokên xwe tomar bike digot : em gelek sipasiya vê rêxistinê dikin kû derfet da zarokên me kû xwendina xwe berdewam bikin tevî kû hêviya mi tuneye kû bawernameyê zarok bistînin bên qebûlkirin di dema em vegerin welatê xwe. Temam kir û got : divê hevpeymaniya mey niştîmanî ya sûrî bi vê rolê rabaya yan alî karbiya bi weke vê rêxistinêre.
Me berî da zarokekî kû xwe bi navê nîçirvan naskirin da got : ez di pûla çarademe û divê ez ana di pûla şeşadebama ji ber ev bû du sal ez dûrî dibistan û xwendinê ketime.
Endamek ji komîta wîzareta perwerdeyê got : weke wîzareta perwerdeyê li herêma kurdistanê em hewil didin kû zarokek penaberê sûrî bê xwendin nemîne , û ne xasim yên di parêzgehade dijîn , ewjî ji ber ne bi cihin heta dawî di taxên xwede bi sedema karên xwe , ango rojeke li vê taxêne û rojeke li wê taxêne. Lê zarokên penabera yê di kampade rewşa wan yê perwerdehî bi gelekî çêtire ji yên dijîn li parêzgeh û bajaran.
Wê çend zarokên penaberên sûriyê hîna bê xwendin bimînin , û çend heb wê bi hêviyê derfetekî weke derfeta bi dest nîçîr kiribe.