Hê jî rêjîma Esed di tundûtûjiya dermafê jinên Sûrî de berdewam e, bê ku guh bide helmet û bangên mafnasî yên nêvdewletî..dengê hawar û fîxanên jinên sûrî di zindanan de ji ber êşkence û tundûtûiya sêksî guhên civaka navdewletî ker kirin û hîn jî berdewam e, kesî guh neda bobelata sûrî û berê xwe jî jê guhertin, di Roja Cîhanî Ya Dijî Tundûtûjiya Dermafê Jinê de, Rapora (Tundûtûjiya Dijî Jina Sûrî …Di Nav Du Agiran De..Agirê Rêjîmê û Yê DAIŞê) ya ku nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê amade kiriye, êş û azar û derdeseriyên jina sûrî ya xwepêşandan dijî rijêma Esed li dar xistin tîne ziman, tundûtûjiya ku rijêma Esed di zindanan de û dema girtina ser gund û bajaran û li deverên bumbebarankirî dijî wê bikar tîne… rapor derdeseriyên gelê sûrî diyar dike di dema hebûna rêxistina Daiş li hin deverên sûrî..hêjayî bibîranînê ye ku rijêma Esed û ta dema Amadekirina vê raporê her awayên tundûtûjiya sêksî li gelek parêzgehan bikar tîne, bi armanca tirsandin û terorkirina gel û vemirandina dengê rikberên xwe..tevlî berdewamiya wî di kuştina pîlankirî ji jinan re, ew jinên ku gunehê wan tenê ew e, daxwaza azadiya gelê sûrî ji rêjêmeke diktator û tewankar kirine.
Ji bo dîtina PDF a tevaya raporê : Tundûtûjiya Dijî Jina Sûrî …… Di Nav Du Agiran De..Agirê Rêjêmê û Yê DAIŞê