Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştimanî doz li Civaka Navdewletî kir ko”Berpirsiyariya xwe ya sincî hilgire da nehêle birçîbûna ko gefê li sedên penaberan dixwe çê bibe. erkê wan e ko diravên gerek dabîn bikin da berdewamiya pêşkêşkirina alîkariyan di rêya programê xwarinê yê cîhanî re bibe. ”
Bargiraniya ko bidin ser penaberên ji ber şer û tundûtûjiyê reviyane,eger zehmetkêşiya bidin ser wan nayê pejirandin, û nabe ko tenê bimînin di bizava ji bo ruhakirina jiyanê.
Ragihandina Programê xwarinê yê cîhanî yê Netewên Yekbûyî ku wê alîkariyê ji ser milyon û 700 hezar penaberên Sûrî li dewletên cîran bigire bi sedema kêmkirina alîkariyê, nearamiyê çê dike û beşekî mezin ji penaberan li ser wan alîkariyan e bi taybetî zivistan nêzîk bûye.
Bandora zivistanê zehmetiyên mezin çê dike, raportan ragihandin ku hinek penaberên Sûrî yên li Libnanê ji serma mirin. Hadî Elbehra gotina xwe wisa bidawî kir: “rawestandina alîkariyên Netewên Yekbûyî li ser Penaberên Sûrî belav dikirin, wê bi hezarên malbatan ji birçîna bimirîne û wê fişarê bêtir bide ser dewletên mêvandar di dema ko ew hewl didin bi hezarên Sûriyan bihewînin.”
Jêder: Hevbendî