Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, îro înê, civînek li gel Desthilata Sûrî ya Demikî lidar xist. Û serokê Hevbendiyê birêz Enes Alabda û serokê Hikûmeta Demikî Abdulrehman Mustefa serokatiya civînê kirin.
Ev civîn piştî bûrîna nîzîkî heyvekê di ser dana baweriyê bo hikûmeta Abdulrehman Mustefa ye, têde tevaya wezîran pilnên xwe pêşkêş kirin , piştî naskirina rewşa dezgehên li ser xakê, û hewcedariyên nişteciyan li deverên rizgarkirî.
Û serokê Desthilata Veguhêz diyar kir ku gelek kar hene divê em bikin da em bigihêjin hukumraniyeke têgihiştî li gor nerîna ku Desthilta Demikî daniye, û bal kişand ser ku “astengiya mezin ya li pêşiya me,kontrolkirina ewlehiyê û dabînkirina aramiyê ye”, û got ku “ gelê Sûriyê gelekî gewre ye, tenê ew hewcedarî jîngeheke hêmin a guncayî ye ji bo karê xwe bike û ketwara deverên rizgarkirî bi temamî biguhere”.
Û ji hêla xwe de, serokê Hevbendiya Niştimanî, behsa dawîtirîn pêşketinên pirosesa siyasî kir, û tekez kir ku endamên Hevbendiya Niştimanî di wê baweriyê de ne ku rijêma Esed û sponserên wê pabendiyê bi peyman û biryarên navdewletî yên derbarê agirbestê nakin.
Û amaje kir ku ji hêzên şoreşê tê xwestin berdêlan deynin ji bo dabînkirina berdewamiya xweragiriya gelê Sûrî ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe, û daxwz ji tevaya wezîran kir ku rewşa deverên rizgarkirî baş bikin, û asta xizmetguzariyên tên pêşkêşkirin bilind bikin, ji bo diyarkirina nimûneyeke rêvebirinê ya berdêl li şûna rijêma Esed û dezgehên wê yên gendel.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî