Ji nîvê vê heyvê de hilmeta binçavkirina ciwanan ji hêla çekdarên PYD ve li parêzgeha Hesekê dest pê kiriye, û bi sedan ciwan ji bo navendên leşkeriya neçar têne şandin.
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê li parêzgeha Hesekê diyar kir ku çekdarên PYD li ser rêbendan belav bûne û ciwanên ku temenê wan di navbera 18 ta 30 salî de ye binçav dikin, û wan dişînin navendên leşkeriya neçar.
Derbarê heman mijarê, peyamnêrê me bal kişand ku çekdarên PYD êrîşî hin deverên giştî mîna Kafenêtan dikin û ciwanan ji bo leşkeriya neçar binçav dikirin.
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê ragihand ku li hin deverên başûrî parêzgeha Hesekê ku pêkhatê wan deveran Ereb in, êrîşî çekdarên PYD kirin û rê nedan wan ku ciwanên wan binçav bikin.
Tê zanîn ku nêzî 5 salan e, hilmeta leşkeriya neçar li parêzgeha Hesekê berdewam e, û ji ber wê bi hezaran ciwan koçberî dewletên biyanî bûne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî