Damezirandina Tîmeke Şêwirdariyê ji bo ligel Desteya Niştimanî ya Girtî û Bêserûşûnan Kar Bike

Desteya Niştimanî ya Karûbarên Bêserûşûn û Girtiyan, workşopek derbarê karê hevbeş li ser dosya bêserûşûn û girtiyan li bajarê Azazê li gundewarê Helebê lidar xist.

Di encamê de civîn giha damezrandina tîmeke şêwirdariyê ji bo hevtekûzkrinê ligel Desteyê da karê hevbeş pêş bikeve, di riya dabînkirina pisporên dosya girtiyan ên di hemû pirsgirêk û qonaxên kar de kar bikin, ji belgekirinê heta bighêje dadpirsîn û peyketin û sizakirinê, herweha guhdana qurbaniyan û mekanîzmayên çalakiyên siyasî, yasayî û medyayî.

Di workşopê de nûnerên Sendîkayên Parêzerên Azad yên Heleb, Der’a, Homs, Idlib û Hama, komeleyên binçavkiryan û jinên ji zîndanan rizgarbûyî, û tevlî sazî û dezgehên Sûrî yên taybetmend di mijara binçavkirin û bêseruşûnan de.

Rewşa girtiyan di warê belgekirin, vekolîn û ragihandinê û têkiliyên bi sazî û dezgehên navdewletî yên têkildar re hate gotûbêjkirin, û kordînatorê desteyê û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Yasir Al-Ferhan, got ku bi dehan sazî û kesayetiyên mafên mirovan li ser dosyaya girtiyan û kesên wendabûyî dixebitin, lê nebûna kordînasyon û mekanîzmayên yekgirtinê, dibe sedem ku ev hewldan bê encam dimînin.

Wî bal kişand ku ev workşop serkeft di duristkirina tîmeke xebata hevbeş de, ji bo hevkar bin di vê dosya Sûrî ya girîng û aloz de.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Posts Related

Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Radestkirin û Rêvebirina Devera Rojhilatê Feratê û Derxistina PYD ya Terrorist Dike