Enes Alabda, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê digel fermandarên sê parartêşên artêşa niştîmanî ya Sûrî, tevî komek ji fermandarên tabûr û efseran, li bajarê Azaz li gundewarê Helebê civiya, û bi wan re behsa giringiya temamkirina damezrandina artêşa niştimanî kir, ku ji hemû milîtanan pêk bê, bi armanca parastina deverên rizgarkirî û dabînkirina ewlehî û aramiyê li wan.
Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand li ser ku “pirsgirêkên mezin wê hebin di qonaxa pêş da”, û tekez kir li ser pêwîstiya xweragiriyê li hember wan astengiyan, ji ber ku xweragirî bingeha “rizgarbûna gemiya şoreşa Sûrî ye”.
Û got ku serkeftina hemû hêzên şoreşê, di nav de sazîyên sîyasî, sivîl û leşkerî, di dabînkirina pêdiviyên sivîl li hemû deverên rizgarkirî de ye, herweha di pîtedana rewşa penaberan li welatên cîranan de. Û diyar kir ku serjimêriya penaberan ji nîvê gelê Sûrî zêdetir e.
Wî bal kişand ser girîngiya serkeftina hikûmeta demkî ya Sûrî di damezrandina rêveberiyek baş li deverên rizgarkirî, herweha bidestxistina rewatiyê bi rêya hilbijartinên azad û dadar li deverên rizgarkirî.
Fermandarê parartêşa yekê, aqîd Mo’taz Reslan, tekez kir ku damezrandina artêşek niştimanî ya profesyonel girîngiyek sereke ye, û diyar kir ku ev çalakiyek hevbeş di navbera artêşê û hêzên siyasî de ye.
Fermandarê parartêşa duwê, Mehmûd al-Baz, bal kişand li ser xebata niha dibe ji bo yekirina fraksiyonên leşkerî di yek artêşê de di bin banê rêvebirîya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, û diyar kir ku 750 şervan mehane ji arteşa niştimanî derdiçin.
Ji hêla xwe ve, Fermandarê parartêşa sêyem, Ebû Ehmed Nor, tekez kir ku temamkirina avakirina arteşa niştimanî garantiyek rasteqîn e ji bo organîzekirina deverên rizgarkirî û bidestxistina ewlehî û aramiyê, û tekezî li ser giringiya yekrêzkirinê li hember dijîtiya dijminên şoreşa Sûriyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî