Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê şewtandina berhemên çandiniyê li rojhilatê Sûriyê şermezar kir, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku destêwerdanê bike û nehêle agir bêne belavkirin ku armanc jê zêdekirina birçîkirina sivîlan û êş û azarên wan e.
Hevbendiyê di daxuyniyeke xwe de got ku ” şewtandina berhemên çandiniyê bi mebest karekî tewankarî yê cihê şermezarkirinê ye, û karekî terorîstî ye, û beşek ji tawanên şer yên ku derheqê gelê Sûriyê de têne kirin “.
Û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku destê alîkariyê dirêj bike bo vemirandina van agiran û nehêlana belavbûna wan, û lê zêde kir ku “gefê li tinekirina berhemê yekem yê stratejî yê Sûrî dike”, û destnîşan kir ku “aliyên li pişt vî karê tawankarî radewestin; dizanin tişta ku dikin tevahiya pêkhateyên Sûriyê dike armanc, û gef e li ser ewlekariya xwarinê ya welat, herwiha birçîkirina xelkê û zêdekirina êş û azarên wan e”.
Hevbendiya Niştîmanî diyar kir ku Berdewamiya şewatan li Rojhilatê Sûriyê li ser dirêjahiya çend heftiyan û ziyanên li pey hatine; nîşanên kareseteke abûrî û mirovî ya mezin in, herwiha hejmara zêde ya deverên şewatan cihê gumanê ye, û pêwîste lêpirsîneke bilez bê kirin, û nîşan bên dîtin û gotinên şahidhalan bêne wergirtin.
Daxuyaniya Hevbendiya Niştîmanî amaje bi wê yekê kir ku ew vê pirsê dişopîne, û bi awayekî cidî dixwaze komîteyeke serbixwe bi beşdariya Hikûmeta Sûriyê ya Demkî ava bike, ji bo lêkolînê di sedemên şewatên ku çê dibin bike.
Û tekez kir ku ew aliyên destê wan di vêxistina agiran de hebe nikarin ji sizayê birevin, û milîsên PYD ku bi desthilata dîfakto binav kiriye bi berpirsyar daye zanîn, û bi taybetî piştî redkirina wan ji derbasbûna aliyê Tirkî û Rêxistina Berevaniya Sivîl ya Sûrî da van agiran vemrîne.
Hevendiyê tekez kir ku Qebareya karesatê mezin e, û şewata bi deh hezarên hêktaran ji zeviyên genim ziyanên mezin li pey xwe tîne, û lêzêde kir û got : “ Ev cihê pirsê ye, gelo armancên rasteqîne ji prosêsa birçîkirina Sûriyan û hejarkirina wan re çi ne?
Herwiha Daxwaz ji Civaka Navdewletî û Hikûmetên bexişkar kir ku bi awayekî cidî serderiyê bikin, di rêya sizakirina tawankaran û qerebokirina kesên ziyan li wan bûye, ji bo rûbirûbûna vê karesetê, û çareserkirina encamên wê.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Hevbendiyê got: “Ji dewletên zilhêz tê xwestin bi berpirsyaretiya xwe derbarê rewşa Sûriyê rabin, wek tê zanîn ku ev wêranî û tevliheviya ku rejîm û hevalbendên wê yên desthilata dîfakto û milîsên terorîstî çênedibû; heger cîhan bi berpirsyaretiya xwe rabiba derbarê parastina aştî û ewlekariya navdewletî”.
Agir û şewatên ku di destpêka werzê çinîna genim û ceh li bakur û rojhilatê Sûriyê rû dan, bi hezaran hektar ji zeviyên çandiniyê şewtandin.
Jêder: Ragehandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.