Kampanya leşkerî ya hêzên rejîma Esed û Rûsyayê hêjî li ser deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê didomîne, pêre jî hejmara şehîd û birîndaran di nava welatiyan de zêdetir dibe. Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan kuştin û birîndarbûna 1974 kesên sivîl ji encama êrîşên bi mebest li ser cihên şêniyan û navendên giring belge kirine.
Tora navbûrî, duh roja înê di raporta xwe de diyar kiriye ku herî kêm 487 kesên sivîl, di nav de 118 zarok û 92 jin hatine kuştin, ligel birîndarbûna 1487 kesên din, ji destpêka kampanya leşkerî ya hêzên rejîmê û Rûsya, ji 26’ê nîsanê heta 21’ê vê heyvê.
Û êrîşên hêzên rejîmê bi piştgiriya balafirên Rûsyayê li dijî sivîlên gund û bajarokên Idlibê di rojên dawî de zêdetir bûne, ku pêr roja pêncşemê, 20 welatiyên sivîl şehîd ketin, û nêzîkî 44 kesên din jî, di nav de jin û zarok, birîndar bûn.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, diyar kir ku “kuştin û topbarana sivîlan bi mebest, tawaneke şer ya sîstematîk û berdewam e, ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê ve tê pêkanîn “, û bang li civaka navnetewî kir ji bo şermezarkirina van operasyonan û destêwerdana ji bo rê li pêşiya”aliyê şerker yê li dijî gelê Sûriyê û milîsên mezhebî derbas kirine” bigire.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku “wê ti yekalîkirina leşkerî li ti deverên Sûriyê nebe”, û bal kişand ku “Xewnên rêjîmê yên sepandina xwe careke din bi darê zorê û bi piştgiriya dagîrkaran û milîsên mezhebî pêk nayên “.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî